Ev pirtûk destana lehengiyan e, lehengiya jin û mêran. Di vê dastanê de qasî mêr jin jî şerker û şervan û pehlewan e. Nîşan dide ka çawa jin bi hebûna xwe ya bibandor li gorî qewlê destanî di dîrok û wêjeyê de cih digire. Dema vê yekê dike civaka dîrokî û hevdemî, destanî û rastî radigihîne. Nişan dide ka çawa hin kod û motîfên wê hem dişibin civaka îro hem jî ji ya îro gelek dûr in.
Suleyman Erkan di vê berhema kurt lê xweş û herikbar de dastaneke kêmnas a Kurdan bi şêweyê çîrokbêjiya resen a Kurdiya Botan vegotiye. Vê yekê çêjeke resen daye berhemê. Ji aliyekê ve mirov dibê qey guhê xwe dide çîrokeke klasîk a xweş a çîrokbêjekî û ji aliyê din ve jî mirov weke romaneke dîrokî a hevdem berhemê dixwîne.
Herçend bi awayê dastanî be jî, lê dîsa hûrgiliyên weke Kurdbûn û eşîrtî, begîtî û têkiliya Kurdan a bi gelên herêmê re û bandora wan a ji Îranê heta Şamê, xweserî û rêvebiriya wan a herêmên xwe, bi destanbêjiyeke hevdem radixe li ber me.

| Taksit Sayısı | Taksit tutarı | Genel Toplam |
|---|---|---|
| Tek Çekim | 217,50 | 217,50 |
| 2 | 113,10 | 226,20 |
| 3 | 78,30 | 234,90 |